Mihrîcana çetiran a li çiyayê Hecî Mehmed 

Di mihrîcanê de çetirbazek ji Kahramanmaraşê heta navçeya Tuta Adıyamanê firiya 

Mihrîcana çetiran a li çiyayê Hecî Mehmed 

Li tûta Semsûrê bi hevkariya walîtî û qeymeqamtiyê mihrîcana çetiran hat lidarxistin. di çarçoveya mihrîcanê de çetirbazek ji meraşê heta navçeya tûtê firiya. her wiha li navçeyê mihrîcana berhevkirina tûyan jî dest pê kir. 

Li ser Çiyayê Hecî Mehmed ê li Tûta Semsûrê cara ewil Mihrîcana Çetiran hat lidarxistin. 

Ji bajarên cuda 85 sporvan tevlî mihrîcanê bûn. 

Di mihrîcana bi hevkariya Walîtî û Qeymeqamtiyê de çetirbazek ji Meraşê heta navçeya Tûtê firiya. 

Her wiha li navçeyê bi beşdarbûna rayedar û gelek welatiyan Mihrîcana Berhevkirina Tûyan jî dest pê kir. 

Rayedarên navçeyê dixwazin ku tûyên wan jî bi nav û deng bin û zêdetir kes tevlî mihrîcana tûyan bibe. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE