Mihrîcana muzîkê ya li Elbistanê

Hunermendên navdar derketin ser dikê û ciwanan ji xwe re kêf kir

Mihrîcana muzîkê ya li Elbistanê

Ji aliyê Şaredariya Elbistanê Mihricaneke dewasa ya muzîkê hat lidarxistin. Bi dehan hunermendên binavûdeng bi stranên cûr bi cûr welatî anîn coş û xuroşê. Hem zarok û hem ciwan bi çalakiyên cûr bi cûr têra dilên xwe kêf kirin.

Li qada mesîreya Pinarbaşiya Elbistanê ev hefteyeke coş û xuroşeke mezin heye.

Piştî pandemiyê cara ewil e ku li Elbistanê organîzeyeke weha mezin tê lidarxistin.

Şaredarê Elbistanê Mehmet Gürbüz: “Heta niha çalakiya herî mezin ku li Elbistanê hatiye lidarxistin ev e. Li gorî qeneeta min li Tirkiyeyê jî 16 hunermendên herêmî û 8 hunermendên netewî ku derketine ser dikekê tune ye. Di fûara me de hemû xurekên ku ji çandiniyê pêk tên tên firotin. Gava em pandemiyê jî li ber çavan bigrin, tê dîtin ku aborî qels bûye, lêbelê bi saya vê fûarê gelek pere jî kete bajêr. Gelek xurbetiyên Elbistanê jî hene. Daxwazeke welatiyan jî ji me hebû û ji bo wan çalakiyeke civakî ku ji aliyê aborî ve jî fêdeyekê dide wan me li dar xist”

Cem Adrîan, Yusuf Güney, Ali Kinik, Irmak Arici, Mehmet Erdem û bi dehan hunermendên din bi stranên ji hev xweştir bi Elbistaniyan re bûn.

Keç û xortan li ber stranên hunermendên bi navûdeng têra dilê xwe kêf kirin.

Ji lîstikên avê bigirin heta bi çetirbaziyê her roj spor û pêşbaziyên cûr bi cûr hatin lidarxistin.

Di navbera zarokan de jî pêşbaziyên şirîn hebû.

Herî zêde jî zarok beşdarî çalakiyên cûr bi cûr bûn û ji xwe re kêf kirin.

Esnafan jî konên xwe vekiribûn û xurek û amûrên destkarî derxistibûn ser destgehan.

Şaredar û parlamenterên herêmê jî li nav esnafan geriyan û beşdarî şahiya muzîkê bûn.

Ji çar aliyên welêt bi hezaran ciwan û hezkiriyên hunermandan ji bo konseran li Elbistanê kom bûne.

Konser di 26ê Tîrmehê de dest pê kiribûn û îro bi dawî bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE