Mirazê wê hat cih

Ji bo keça bi sendroma downê şahiya hineyê hat çêkirin.

Mirazê wê hat cih

Wê tim dixwest bibe bûk û henê li destên wê kin... Dema bavê wê ew xwesteka qîza xwe bihîst, ji bo mirazê wê were cih, ji navenda jinan a Şaredariya Semsûrê alîkarî xwest. Lİ ser vê, xebatkarên şaredariyê ji bo dilê Aysûna ku bi sendroma dawnê ye, şahiya heneyê çêkir.

Aysûn Balkan 22 salî ye. Ew bi sendroma dawnê hatiye dinyê. Mala xwe li Semsûrê ye.

Xeyaleke wê ya mezin hebû. Aysunê dixwast bibe bûk û berbû, heneyê li destê wê kin.

Bavê wê dema ev daxwaza keça xwe bihîst, ji bo mirazê we were cih, ji şaredariyê alîkarî xwest.

Li ser vê xebatkarên şaredariyê hema dest bi amadehiyan kirin û wan ji bo Aysunê bernameyeke xweşik amade kir.

Di bşahiyê de him destê Aysûnê hene kirin, him jî bi muzîkê têra dilê wê kêf kirin.

Piştî bernameyê malbata Aysûnê him kêfxweşiya xwe anî ziman, him jî spasî her kesî kir.

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE