Mizgîniya gaza siruştî

Midyadî êdî wê bi gaza siruştî germ bibin

Mizgîniya gaza siruştî

Li navçeya Mîdyada Mardinê xebatên ji bo gaza siruştî bênavber didomin. Xelkê navçeyê êdî wê ne bi êzing û komirê, bi gaza siruştî germ bibin.

Ev der navçeya Mîdyada Mardinê ye.

Şaredariya navçeyê ji bo gaza siruştî were navçeyê projeyek dabû destpêkirin.

Ji bo projeyê ekîbên şarederiyê bênavber dixebitin.

Bi saya gaza siruştî gelê navçeyê êdî wê ji derdê komir û êzingan xilas bibe.

Çav li rê ne heya dawiya salê xebat xilas bibin.

Bi saya gaza siruştî navçe wê ji dû û dûxanê, bîn û pixarê xilas bibe û hewaya navçeyê xweştir bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE