Mora mixtariyê 60 sal berê ji bavê hilda û hê jî mixtar e

Mixtarê gundê Kavakê ya li ser navenda Agiriyê mora mixtariyê ji bavê xwe hildaye û 60 sal e mixtarê gund e

Mora mixtariyê 60 sal berê ji bavê hilda û hê jî mixtar e

Li Agiriyê Hamît Altunê mora mixtariyê ji bavê xwe hildaye û 60 sal e mixtar e, di vê hilbijartina herêmî da jî bêreqîb beşdarî hilbijartinê dibe.

Hamît Altunê 82 salî li gundê Kavakê yê 15 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e dijî.

Altun dema 22 salî bûye bavê wî yê mixtar dimire û ew dibe mixtarê gund û ji wir pê va 60 sal e mixtar e.

Bavê 9 zarokan Altun li gundê xwe yê ku 30 mal lê hene û 102 hilbijêr lê dijîn mal bi mal digere, ji bo hilbijartinê ji gundiyan piştgiriyê dixwaze.

- "Ez dixwazim heta mirînê bibim mixtar"

Altun ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand wî gelek serokomar û serokwezîr dîtine û wiha axivî: "Ji sala 1959an pê va ez mixtar im. Dema ez ji eskeriyê zivirîm ez 22 salî bûm, ji wir pê va ez mixtar im. Gundî ji min hez dikin, ez dixwazim heta mirînê bibim mixtar. Heta îro tu reqîbên min derneketin. Gundî ji min pir razî ne. Tekane armanca min ji bo gund xizmet e. Heta emrê min têrê bike ezê bibim mixtar. Çend caran min got 'ez nabim namzedê mixtar, temenê min mezin e', gundiyan got 'tu yê heta mirinê bibî mixtar'. Heke gundî bixwazin ezê vê carê jî bibim mixtar."

- "Ez bûme û nebûme ew mixtar e"

Selahattîn Esenê (53) li gund dijî jî got ew ji Hamît Altun razî ne û wiha axivî: "Ez bûme û nebûme ew mixtar e û heta niha tu kes nebûye reqîbê wî, lewra gundî ji wî hez dikin. Ew bi zorê vî karî nake. pireya gundê me tune, goristana me jî li aliyê avê yê din e. Ji sedî 80ê eraziyên me jî li aliyê din in. Du kemasiyên me hene, yek pire ye, ya din jî rêyên me ne aslfat in. Em ji dewletê van tiştan dixwazin."

Ahmet Uz jî got Altun hatiye ziyareta wan, ewê heta mirinê piştgiriyê bidin wî.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 16:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE