Mozvan dest bi amadekariyên hingivgirtinê kirin

Mozvanên li Batmanê ji bo ku di sezona nû da mozên xwe derxin zozanên li Rojhilat û Başûrê Rojhilat amadekariyan dikin.

Mozvan dest bi amadekariyên hingivgirtinê kirin

Hilberînerên Batmanî yên ji bo girtina hingivekî bikalîtetir û zêdetir, karê xwe wekî gerok bi rê va dibin, ji bo destpêkirina rêwîtiya girtina hingiv, ser û guhê kewaran didin ser hev.

Mehmet Ekmiş (35) ku li Batmanê 12 sal e mozvaniyê dike, ji peyamnêrê AAyê ra got ku 450 kewarên wî hene, wextê xwe bêtir bi rêkûpêkkirina van ra derbas dike.

Ekmiş got ku dema payîz tê, ew mozên xwe dibe gundê Kuyubaşa Batmanê ku ev mayîna wan heta nîvê meha pêşiya me dewam dike.

Ekmiş bal kişand ku ew mozên xwe li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li gorî demsal û nebatan digerîne û wiha dewam kir, "Demsal bibaran derbas bû. Moz polen berhev dikin. Ev şixul heta nîvê meha gulanê dewam dike. Em nêzîkî meha hezîranê mozan dibin zozanên Mûşê ku raqimên wan bilind in û nû kulîlk vedikin. Li vê derê geşbûna mozên me dewam dike. Em dû ra koçî zozanên Bidlîsê ku cehtriya wê zêde ye dikin."

Ekmiş diyar kir ku li Bidlîsê jî ew piştî 15ê tebaxê kewaran vedikin, hingiv derdixin û ber bi zivistanê jî ew cardin vedigerin Batmanê.

- "Em îsal li benda dahateke zêdetir in"

Cîgirê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Batmanê Mehmet Demir jî destnîşan kir ku mozvan ji bo hingiv, zozan bi zozan digerin.

Demir got ku li parêzgehê qedera 360 kargeh hene ku bi mozvaniyê ra mijûl in û wiha dewam kir, "Li Batmanê par 610 ton hingiv hat girtin. Bihara îsal baran zehf barî û lewma jî em îsal li benda dahateke zêdetir in."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE