Li Navenda Kaşûnê ya Guzeldag a ser Mûşê "Mihrîcana Berfê ya 3yemîn" hat kirin.
Organîzasyon ji alî şaredariyê û bi piştevaniya Walîtî û Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ya Bajêr va 8 kîlometre dûrî navendê hat kirin û gelek kes beşdarî mihrîcanê bûn.
Waliyê Mûşê Îlker Gunduzoz, Şaredarê Mûşê Feyat Asya û Midûrê Ewlehiyê yê Mûşê Engîn Kaloglu bi welatiyan ra govend girtin, hunermendên herêmî stran gotin û peraşûta berpalê jî hat kirin.
Di mihrîcanê da sporvanên ku di pêşbaziyên berê yên curbecur ên werzîşê da bi ser ketibûn jî xelatên xwe hildan.
Ji hêla din va esker û polêsan jî li qada mihrîcanê stant danîn û di mijara têkoşîna dijî hişbirê da agahî dan welatiyan.
Anna Porkhun a ji Polonyayê hatibû û beşdarî mihrîcanê bû got ku ew li Varşovayê dijî û wiha domand: "Min ev mihrîcan gelek eciband. Ev der gelek xweş e, mirovên wê, hewaya wê gelekî xweş e. Ez ê sala pêş me dîsa werim."
Ji welatiyan Hulya Yildirimê jî got ku di nav bajarên berf lê zêde dibare da yek jî Mûş e û wiha domand: "Mûş ji ber ku mazûvaniya mihrîcanên wiha dike em xwe xwedî şans dihesibînin. Em ji rayedaran jî dixwazin ku bila hersal mihrîcanên wiha bên kirin. Mihrîcan gelekî xweş bû û em şa bûn."AA