Mêş zûtir ji kewaran derketin

Li Geliyê Doskiyê mêşên hingiv hêj di meha Sibatê de ji kewaran derketin.

Mêş zûtir ji kewaran derketin

Cebrail Erci li Geliyê Doskiyê ya Gevera Colemêrgê mêşvaniyê dike. Ew dibêje îsal mêş zûtir ji kewarên xwe derketin û dest bi xebatan kirin. Her çiqas di zivistanê de zêdetir berf hatibe jî derketina mêşan bereketê nîşan dide.

Li Gevera Colemêrgê gelek kes mêşvaniyê dikin û hingivê herêmê bi nav û deng e.

Cebrail Erci jî li Geliyê Doskiyê him cotkar e him jî mêşvaniyê dike.

Ew dibêje îsal mêş zûtir ji kewarên xwe derketin û dest bi paqijiyê kirin.

Her çiqas îsal di zivistanê de zêdetir berf hatibe jî derketina mêşan bereketê nîşan dide.

Her sal li herêmê bi hezaran tonan hingiv tê hilberîn û tê şandin hemû bajarên Tirkiyê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE