Mêşan dişopînin û dilê xwe di hingivê sirûştî da rihet dikin

Mêşên hingiv ên ku li zozanên Bîngolê kewarên xwe di nav qulên daran û nav zinaran da çêkirine li keviyên çeman ji alî kesên dixwazin hingivên wan derxin va tên şopandin.

Mêşan dişopînin û dilê xwe di hingivê sirûştî da rihet dikin

Li Bîngolê mêşên ji kewaran reviyane di nav qulên daran û zinaran da hingiv çêdikin û ew dema dadikevin keviyên çeman ji hêla kesên dixwazin bigihîjin hingivê sirûştî va tên şopandin û hingivên wan piştî wê şopê tê berhevkirin.

Li gundê Uçgul a ser Gênca navçeya Bîngolê û Guzelceya bajaroka ser Kaledîbiya gundê Haniya navçeya Diyarbekirê bi hînikbûna dinyayê va ji bo berhevkirina hingiv kelecanê dest pê kir.

Kesên dixwazin hingivên sirûştî yên ku mêşan di nav dar û deviyan da çêkirine berhev bikin li keviyên çeman xwe ji ber mêşan vedişêrin û ji dûr va li wan mêze dikin. Di xebata ewil da kewarên mêşan ên ku di nav qulên daran û zinaran da çêkirine tespît dikin, nîşaneyek datînin serê û di dema berhevkirina hingiv da jî tên ba kewaran.

Kesên hingiv berhev dikin ji bo mêşên hingiv bi wan venedin devê kewarê bi pelên daran digirin, paşê ji bo negihîje pêş û kewarê darê spî dikin, hingiv jê derdixin û paşê jî mêşan dikin kewarên çêkirî û dibin.

"Karê herî şîrîn e"

Mehmet Yeleçê li bajaroka Guzelceyê dijî û karê berhevkirina hingiv dike got ku ew di înşeatan da dixebite û di demên xwe yên vala da jî bo kêfê hingiv berhev dike.

Yeleç destnîşan kir ku ew di meha remezanê da zêde betal man û ji ber vê jî bo wext derbaskirinê di nav dehl û daristanan da dan pey mêşên hingiv û xwestin kewarên wan tespît bikin.

Di axaftina xwe da Yeleç got ku karê ew dikin karekî xweş e û wiha pê da çû: "Di vê heyamê da hewa hînik e û em jî zirarê nadin dar, daristan û mêşan. Em darên xwe spî dikin, diqelişînin, hingivê xwe jê derdixin û mêşên xwe jî dibin. Berî dest bi kar bikin em devê kewarê digirin, parî dû berî kewarê didin ku bila mêş gêj bibin û bi me venedin. Dema mêş gêj dibin em jî hingiv derdixin. Carna gêj in qet bi meriv venadin lê hin caran jî tu çiqas tewdîr hildî tên û bi meriv vedidin. berhevkirina hingivê ji van kewarana derxistin her çiqas zehmet be jî karê herî şîrîne." "

Hingivê sirûştiye çêkirî nîne

Yeleç destnîşan kir ku wî ji qula darên wek kewar tespîtkiriye heta îro 20  kîlo hingiv derxistiye û hin caran jî di qula darên nîşan kirine da qet hingiv dernexistine.

Kîloya hingivê sirûştî yê ku piştî gelek hewl û xebatan tê derxistin jî bi 500 lireyî tê firotin.

Kiryarê vî hingivî amade ne

Lutfu Karabacakê ji gundê Uçgula ser navçeya Gêncê jî got ku ew 10 sale vî karî dike û wiha dewam kir: "Ev hingivê em tespît dikin, çêkirî nîne, sirûştiye. Di mehên biharê da mêşên ji kewaran reviyane bo xwe di kewarekî da bi cih bikin digerin. Heke hebe tê devê çem bo avê. Em jî didin pey wê û hin caran em zû dibînin lê hin caran bi hefteyan dewam dike."

Veysî Keleş jî diyar kir ku ew ji aliyekî va darên rizî bûne paqij dikin û bi kêrî daristanê tên, ji aliyekî va jî mêşên hingiv berhev dikin û nahêlin ku ew telef bibin.

Berhevkarên hingivên sirûştî dibêjin ku wan hêj qet kewar tespît nekiribe jî kesên dixwazin hingiv bikirin amade ne û di mijara firotinê da tu pirsgirêka wan tuneye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE