Mêşvanê 12 salî

Abdulsametê biçûk li cem bavê xwe ji niha ve hînî mêşvaniyê dibe 

Mêşvanê 12 salî

Li Agiriyê her ku diçe mêşvanî belav dibe. li herêmê êdî zarok jî li cem bavê xwe hînî mêşvaniyê dibin. 

Li herêma Agiriyê karê mêşvaniyê belav dibe. 

Hin kes ji zarokatiyê hin kes jî dema mezin dibin vî karî hîn dibin û dikin. 

Yek ji wan jî Abdulsamet Turgut e. 

Abdulsametê 12 salî ji niha ve li cem bavê xwe hînî mêşvaniyê dibe. 

bêtirs devê kewaran vedike û şanikan kontrol dike. 

Mêşvanê biçûk li cem bavê xwe ji amadekirina şanikan heta kontrolkirina mêşan hînî gelek karan dibe. 

Xwendekarê pola 6an dixwaze piştî xwendina xwe karê xwe yê mêşvaniyê mezin bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE