Mêşvanên sêrtî kêfxweş in. Hingivê wan ê îsal baş e. Mêşvan dibêjin, ji bo ku hewa xweş bû û nêm hindik bû îsal hingivê me pir baş û zêde ye. Ji kewarên îsal zêdetirî 200 ton hingiv hat derxistin.
Hingivê zozanên Perwariyê bi nav û deng e û li herêmê gelek kes îdareya xwe bi mêşvaniyê dikin.
Mêşvan îsal ji hingivê xwe qayîl in.
Kamil Bedrî jî ev 24 sal in mêşvaniyê dike. Dibêje ber û bereketa îsal li gorî salên berê baştir e.
Mêşvanên herêma Perwariyê îsal zêdetirî 200 ton hingiv dane hev.