Mêşvaniya li herêma Muşê

Li gorî mêşvanan wê îsal nêzî 3 hezar ton hingiv were berhevkirin.

Mêşvaniya li herêma Muşê

Îsal li deşta Muşê û dora wê hewa gelek xweş e. Ji ber vê jî mêşvan dibêjin ku wê îsal nêzî 3 hezar ton hingiv were berhevkirin. Bi vê yekê jî wê nêzî 90 milyon lîre tevkarî bigihîje aboriya Türkiyeyê.

Deşta Muşê him bi çandiniya xwe, him jî bi mêşvanên xwe gelek bi nav û deng e.

Her sal bi sedan mêşvan, bi hezaran kewarên xwe diçin deşta Muşê û mêşvaniyê dikin.

Tenê îsal li herêmê nêzî 250 hezar kewar hatine danîn.

Mêşvan dibêjin ku îsal hewa gelek xweş e, ji ber vê jî wê nêzî 3 hezar ton hingiv bê berhevkirin.

Li gorî texmînan, wê hilberîna mêşvanan nêzî 90 milyon lîre tevkarî bide ekonomiya Türkiyeyê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE