Li Semsûrê heywanhezê bi navê Murtaza Hazarê 26 salî, bi salan alîkarî da heywanan. Lê Murtaza ji ber nexweşiya pençeşêrê hefteya borî wefat kir. Piştî wefata wî xizm û heywanhezên hevalên wî, ji bo wî xurek belav kirin.
Navî wî Murtaza Hazar bû…
Bi salan ji bo xwedikirina heywanên li sûk û kûçeyan xebitî.
Her wiha ji bo alîkariya heywanan Platforma Parastina Heywanên Kuçeyan ava kir.
Lê Murtazayê 26 salî hefteya borî ji ber nexweşiya pençeşêrê wefat kir.
Xizm, heval û heywanhezên hevalên wî ji bo bibîranînê xurek dan welatiyan ku deynin ber ajalên li sûk û kuçeyan.
Dîsa di heman saetê de li 8 bajarên din jî heman çalakî hatin lidarxistin.