Muteşebîsa ciwan dest bi hilberînê kir

Di atolyeya xwe de rojê 40 hezar qedehên karton çêdike

Muteşebîsa ciwan dest bi hilberînê kir

Gamze Çınara 20 salî ku li Karsê dijî bı piştgirî û hîbeyên KOSGEB’ê ji xwe re atolyeya çêkirina qedehên karton vekir. Mutesebîsa ciwan di atolyeya xwe de niha rojê 40 hezar qedehan çêdike û li piyaseyê belav dike.

Muteşebîsa ciwan bi piştgiriya KOSGEB’ê bû xwediyê karê xwe.

Gamze Çakıra 20 salî ku li Karsê dijî, ji bo bigihêje mirazê xwe, beşdarî kursên muteşebîsiyê yên KOSGEB’ê bû.

Çakırê piştî kursan jî ji bo hilberîna qedehen karton projeyek amade kir û da KOSGEB’ê.

‘’Ji biçûkatiya min û vir ve ye projeyeke min a wisa hebû. Lê niha û qismet û me dest pê kir..”

Piştî ku projeya wê qebûl bû, Çakırê bi alîkariya saziyê, di nav 15 rojan de dest bi hilberînê kir.

‘’Li vir rojê 40 hezar qedeh tên çêkirin. Me hêj nû dest bi vî karî kir. Niha makîneyeke me heye, em ê hejmara wan zêde bikin.”

Çakır dibêje: “Ez dixwazim bi vê teşebusa xwe ji hemû ciwanan re, bi taybetî jî ji jinan re bibim mînakeke baş.

‘’Divê jin ji tiştên wisa netirsin. Lewra em jî dikarin di vê rê de gelek tiştan bikin û li ser piyên xwe bisekinin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE