Muxtara jin jiyana taxa Muradiyeyê guherand

Muxtar Dilek Demir bû hêviya keç û ciwanan…

Muxtara jin jiyana taxa Muradiyeyê guherand

Di 13 saliya xwe de bi darê zorê hat zewicandin. Lê belê li hemberê bextê xwe serî netewand û bû muxtara taxa Muradiyeyê ya Diyarbekirê. Dîlek Demîr bi xebatên hêja jiyana taxa xwe guherand. Niha ji xeynî karên xwe yên din ji bo keç di zarokatiya xwe de neyên zewicandin û ciwan ji tîryakê werin xelaskirin dixebite.

Dîlek Demîr muxtara taxa Muradiyê ya Baxlara Diyarbekirê ye.

Dayika 4 zarokan ji bo pirsgirêkên gelê Muradiyeyê çareser bike bi şev û roj dixebite.

Dîlek Demîr her sibe esnafan ziyaret dike. Piştre li maqamê xwe guh dide daxwazên gel û êvaran jî diçe serdana malbatên belengaz.

Ji bo zarok mîna wê bi zorê neyên zewicandin têkoşînekê dike. Demîrê heta niha 80 keçên ku temenê wan di navbera 12 û 15an de bûn ji zewacê xelas kirine.

Dîlek Demîr hêviya ciwanaye jî.. Ciwanên ku hînî tiryakê bûne bi saya muxtara xwe dev ji tiştên xerab berdidin.

Xelkê Diyarbekirê ji muxtara xwe ya bixîret razîne û dixwazin hemû keya jin bin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE