Muzeya masiyan a li Elazığê

Enstîtûya berhemên avê ya Elazığê di sala 2015an de dest bi komkirina cureyên masiyan kir.

Muzeya masiyan a li Elazığê

Li muzeyê 120 cureyên masiyan hene... Enstîtûya berhemên avê ya Elazığê di sala 2015an de dest bi komkirina cureyên masiyan kir. Enstîtûyê ji bo danasîna masiyan muze ava kir. Rayedarên enstîtûyê dibêjin ku wê muzeyê mezin bikin û wek online jî xizmetê bidin gel.

Di vê muzeyê de 120 cure masî hene.

Enstîtûya Berhemên Avê ya Elazığê ji bo nasandina masiyan muzeyek ava kir.

Xebatên enstîtûyê di sala 2015an de dest pê kirin û niha gelek cure masî tên nîşandan.

Midûrê Enstîtûyê Ozkan Ozbay jî got ku ew dixwazin muzeyê mezin bikin û li ser înternetê jî xizmetê bidin gel.

Ozbay : “Li vê derê armanca me ev e ku em xebatên xwe mezin bikin. Muzeya xwe him fîzîki mezin bikin him jî li ser înternetê mezin bikin. Dema ku ev der hat avakirin eleqeyeke mezin çêbû, xwendekarên pêşdibistanê û heya yên lîseyan hatin serdana muzeyê.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE