Li Gaziantepê li hemberî şewbê tevdîreke nû ket rewacê. Di dawetan wê ji muzîsyenan sertîfîkaya hıjyenê bê xwestin. Heke sertîfîkayên wan tune be, wê nikaribin bikevin salona dawetê.
Şaredariya Mezin a Gaziantepê di çarçoveya têkoşîna li hemberî şewba koronayê de perwerdeya hîjyenê da muzîsyenan.
Muzîsyen derheqê şewbê û tevdîran de hatin agahdarkirin.
Ji vir û şûnde wê bi tenê ev muzîsyenên bi sertifikaya hîjyenê bikaribin xizmetê bidin.
Di kontrolên dawet, nişan û henneyan de wê ji muzîsyenan ev sertîfika bê pirsin.
Bi avayî tê xwestin ku di dawetan de rê li ber belavbûna şewbê bê girtin.