Li Semsûrê restoranek vebû û mêvanên wê yên ewil zarokên bi sendroma downê bûn. xwediyê restoranê li komeleya kesên bi sendroma downê geriya, 85 zarok û malbatên wan ji bo xwarinê vexwend.
Li Semsûrê zarokên bi sendroma downê ligel malbatên xwe bûn mêvanê restoranekê.
Restoran nû hatiye vekirin.
Wekî mêvanên ewil zarokên bi sendroma downê ji bo xwarinê hatin vexwendin.
Bi tevkariya Komeleya Kesên bi Sendroma downê ev yek hat lidarxistin.
85 zarok bi malbatên xwe re bûn mêvanê restoranê.
Wan bi hev re bi kêfxweşî xwarin xwar.