Di daxuyaniya RRya Mala Mezatê ya ku nameya Albert Eînsteînê zanyar nivîsîbû firot da hat gotin ku name 3 qatî bihayê hêvî dikirin hat firotin. Di nameyê da formûla hevkêşeya E=mc² ya herî bi nav û deng a dinyayê jî hebû.
Hat gotin ku Eînsteîn di 26ê Cotmeha 1946an da ji Ludwîk Sîlbersteînê fizîknasê Polonyayî ra ev name şandiye û di koleksiyoneke taybet da hatiye parastin û bi tenê ev name maye.
Cara ewil di sala 1905an da di kovareke zanistî da hevkêşeya E=mc² ya ku di fizîkê da hevcotiya girse-vejenê eşkere dike û têgeya bingehîn a fizîka nûjen tê hesibandin, hatibû weşandin.
Albert Eînsteînê ku li ser rûyê dinyayê ji zanyarên herî girîng yek dihat hesibandin bi saya xebatên xwe yên di qada fizîk û bîrkariyê da kiribû di sala 1921ê da Xelata Fizîkê ya Nobelê qezenc kiribû.
AA