Bi sarbûna hewayê re ajal jî nikarin bi rehetî ji xwe re xurek an êmekî peyda bikin. Li Ercişa Vanê şêniyên taxekê, çûkan ji bîr nakin û ji bo wan nan datînin ser daran da ku bi rehetî bixwin.
Şêniyên taxa Van Yoluyê ya bi ser Erdîşê ve, çûk û ajalên din ên taxê ji bîr nakin.
Welatî li ser çiqlên daran nan bi cih dikin da ku çûk bixwin.
Ev çand bi salan e li vê taxê heye.
Nanên kartî û bermayiyên din ên ku li malê dimînin dibin para ajalên li derve.
Hin caran welatî nanê kartî nerm dikin û paşê didin çûkan.