Nanê bîlîk, ji tehmên herêmî yên Meletiyê yek e. Jin û kebaniyên Meletiyî ji bo nanê bilîk tenûrên xwe pê dixin û li gorî adetên berê nanê bîlîk çêdikin.
Kebaniyên jêhatî sibê zû radibin û ji bo nanê navdar haziriya xwe dikin.
Ji dayik û pîrikên xwe hînî çêkirina nanê bîlîkê bûne û niha hînî zarokên xwe dikin.
Jinên jêhatî wekî rê û rêbazên zemanê berê, bi zeyt, şîr û hevîrtirşê hevîrê xwe dikin û qursikên xwe li tenûrê didin.
Meletiyîn nanê bîlîk gelek hez dikin û herî zêde di taştê yê de dixwin.