Naneya Nîzîpê ku li kêleka ava Feratê hêşîn dibe, îxracî 20 welatan dikin

Serokê Borseya Bazirganiya Nîzîpê Îbrahîm Sari diyar kir ku nane li Nîzîpê salên 1960î hat ajotin, piştî ku berhemê xwe li avûhewaya herêmê anî, bû yek ji çavkaniyên sereke yên dahata navçeyê.

Naneya Nîzîpê ku li kêleka ava Feratê hêşîn dibe, îxracî 20 welatan dikin

Li Entaba ku ji hêla UNESCOyê li "Tora Bajarên Aferîner" hat zêdekirin, naneya Nîzîpê ya ji tamên resen ên bajêr, çêjê dide xwarinên li 20 welatan.

Serokê Borseya Bazirganiya Nîzîpê Îbrahîm Sari ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku nane li Nîzîpê salên 1960î hat ajotin, piştî ku berhemê xwe li avûhewaya herêmê anî, bû yek ji çavkaniyên sereke yên dahata navçeyê.

Sari diyar kir, cotkar bi rêbaza fîdedanînê va naneya Nîzîpê datînin û her wiha di germahiya herêmê da jî di bin sîberê da ziha dikin.

Sari her wisa bal kişand ku bi hewldana borseyê va naneya Nîzîpê bi işareta coxrafî va hat parastin û wiha dewam kir:

"Ji sedî 60ê naneya ku li welêt tê hilberîn, li navçeya me Nîzîpê hêşîn dibe. Bi aroma û rengê xwe va ji naneyên din cuda dibe. Aromayeke wê ye resen heye. Ji ber ku dahata ji naneyê jî rind e, cotkarên me eleqe nîşan dan. Nane ji ber ku ji avê hez dike, her wisa li kêleka Feratê zehf tê reşandin. Ev berhem, ked û eleqeyê dixwaze. Her wisa zihakirina wê jî pisporiyê dixwaze. Ji ber ku di bin siya darê da tê zihakirin, rengê wê jî rind e."

Hilberînerê naneyê Fadil Kiliç diyar kir, ajotina naneyê meha gulanê dest pê dike û heya cotmehê dewam dike. Em salewextê 150 ton nane dişînin 20 welatî. Piştî işareta coxrafî teleba wê jî zêde bû. Ji ber avûhewaya herêmê, tama wê bêtir diecibînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE