Nasnameya wê tune ye, nikare tedawî bibe

Nikarin nasnameya dayika xwe derxin, ji rayedaran alîkariyê dixwazin.

Nasnameya wê tune ye, nikare tedawî bibe

Nasnameya wê qet çênebû, imrê xwe jî nizane. Ji bo jinika ji Dêrika Çiyayê Mazî tedawî bibe divê nasnameya wê hebe. Malbat ji bo dayika xwe ji rayedaran alîkariyê dixwaze.

Kurê wê yê herî mezin 63 salî ye… 4 zarok û 33 neviyên wê hene. Lê ne imrê xwe dizane ne jî nasnameya wê heye.

Li Dêrika Çiyayê Mazî, jinika pîr 2 sal berê nexweş bû û çû nexweşxanê.

Dixtoran got hema ameliyat bibe. Lê ji ber ku nasnameya wê tune ye, nikare tedawî bibe.

Ji ber ku nasnameya wê tune ye, zarokên wê jî li ser tiyê wê hatine qeydkirin.

Malbat him ji bo tedawiya wê him jî ji bo mafên wê dixwazin nasnameyeyeke wê hebe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE