Di 9ê hezîranê de li Beşîktaşê qezayeke trafîkê çêbûbû. Di qezayê de 3 ji wan zarok 4 kes miribûn û birîndar hebûn. Piştî veşartina miriyan diyar bû ku navê keçika birîndar û ya ku miriye tevlî hev bûye.
Di 9ê Hezîranê de li Beşiktaşa Stenbolê qezayeke trafîkê çêbûbû.
Di qezayê de 3 ji wan zarok 4 kes miribûn. Keçxalên hevdû Gülnur û Hîranûra 9 salî jî di erebeyan de bûn.
Piştî qezayê hat gotin ku Hîranûrê rehmet kiriye û Gulnur jî birîndar bûye.
Dema keçika birîndar hate ser hemdê xwe diyar bû ku ew ne Gulnur e û ji xalê xwe re got ez Hîranûr im.
Herdu malbat careke din şîna xwe danîn û niha dixwazin berpirsên qezayê bên girtin.