Şaredariya Şahînbeya bi ser Gaziantepê ve ji roja ku dest bi wezîfeyê xwe kir û vir ve 620 park dan çêkirin, ji 3 milyon û 500 hezarî zêdetir dar danîn. Bi saya xizmetên şaredar Mihemmed Tahmazoglu navçe îro hêşîntir e.
Bi axa xwe ya bibereket û hewaya xwe ya nerm Gaziantep bajarekî zaf xweş e.
Bi saya xizmetên ku van salên dawî hatin kirin, xweza û hawirdora bajêr xweştir bû.
Dîmenên navçeya Şahînbeyê ya bi ser Gaziantepê ve ji asîmanan hatin kişandin.
Xweşikî û şînahiya navçeyê ji çend kîlometre jor ve jî balê dikşîne.
Şaredarê navçeyê Mihemmed Tahmazoxlu ji sala 2009an û vir ve li navçeyê 620 park dane çêkirin.
Di heyama Tahmazoxlu de him di van parkan de him jî di nava bajêr de ji 3 milyon û 600 hezarî zêdetir dar hatine danîn.