Li Qersê Weqfa Ensarê, bi piştgiriya wezareta ciwanî û sporê bi navê hesen herekanî navendeke ciwanan vekir. Li navêndê him lîstikên sporê him jî gelek pirtûkên nivîskarên mezin hene.
Li Qersê Weqfa Ensarê ji bo ciwanan projeyeke navenda ciwanan amade kir.
Wezareta Ciwanî û Sporê jî piştgirî da projeyê.
Di çarçoveya projeyê de piştî xebatên mezin navenda ciwanan a bi navê Hesen Herekanî hat vekirin.
Di merasîma vekirinê de pêşî dia hat kirin, dûv re navend ket xizmetê.
Di navenda li taxa Şehîdan de him lîstikên wek tenîs û dartê hene, him jî gelek pirtûkên nivîskarên mezin peyda dibin.
Rêvebir dibêjin ku dibe di rojên bê de navendên din jî bên vekirin.