Çemê Gerexîzê li Yüksekovaya Hakkariyê ye. Ava wê diherike ser Çemê Zapê. Ava Gerexîzê di vê wextê de bi xwezaya xwe gelek xweş û aram e. Li ser Gerexîzê bi sedan cureyên çûkan û di nava avê de jî gelek cure masî dijîn.
Li ser çem bi sedan cure çûk bi kêf û şahî difirin.
Di binê avê de jî bi dehan cure masî dijîn.
Ev dîmenên xweş û delal ji Çemê Gerexîzê yê li Yüksekovaya Hakkariyê ne.
Ava Gerexîzê di bihar û havînan de gelek radibe û rê nade tu kesî.
Lê di demsala payîzê de ava çem rehet û aram dibe.
Hin welatî bi kelekên xwe li ser çem digerin û bi stranên Kurmancî kula dilê xwe der dibin.
Welatiyên deverê dibêjin di payîzê de him ava çem him jî derdora wê ji bo geşt û gerê gelek xweş e.