Betlaneya somestrê dest pê kir, welatî ligel berf û baranê dîsa jî derdikevin derve. Colemergiyan bi zar û zêç berê xwe dan navenda kaşûnê û behna xwe vedan.
Li ser berfê govend gerandin… Kebabên cur bi cur çêkirin…Û têra dilên xwe kaşûn kirin.
Navenda Kaşûnê ya Colemergê, ji bajêr nêzî 12 kîlometreyan dûr e û bilindahiya wê 2 hezar û 800 raqim e.
Welatiyan, bi saya betlaneya mekteban, bi zar û zêçên xwe bi berfê kêf kirin.
Navenda Kaşûnê her ku diçe zêdetir welatiyan diezimîne û bi saya vê derê hewce nake ku Colemergî derkevin derbajêr.
slpor