Navenda Kaşûnê ya Merga Butan a li Hakkariyê ji bo sezonê amade ye

Navenda Kaşûnê ya Merga Butan a li Hakkariyê ji bo sezonê amade ye

Li Navenda Kaşûnê ya Merga Butan a ku bi pîstên xwe yên dirêj û pergala telesiyejê ya 4în piştgiriyê dide pêşketina turîzma zivistanê ya Hakkariamadehiyên sezonê hatin temamkirin.

Li gor daxuyaniya Midûriya Bajêr a Werziş û Ciwaniyê navenda kaşûnê ya 2 hezar û 800 mêtro bilind û 12 kîlomêtro dûrî navenda bajêr bi pîstên xwe yên nû, pergala telesiyeja 4în a ku bi 15 milyon lire veberhênanê hatin avakirin û veberhanên din va li benda mêvanan e.

Li navenda ku ji roja vebûya vir va digel ziyaretvanên ji herêmê ji Îran û Iraqê jî gelek ziyaretvan ezimandin li dora qada pîstê torên ewlehiyê hatin kişandin, cihên xirabe yên pîstê hatin temîrkirin û ji bo sezonê hat amadekirin.

Li tesîsan xebatên çêkirina otêla ji bo 120 kesî ya ku ji bo pêkanîna hewcehiya bêhnvedan û hêwirîna werzişvanan dest bi çêkirina wê kirin dewam dike.

Midûrê Bajêr ê Werziş û Ciwaniyê Emîn Yildirim xebatên li navendê tên kirin kontrol kir û got ku navenda kaşûnê ji bo sezonê amade ye û otêl jî dê sala bê bê temakirin.

Yildirim diyar kir ku pirsgirêka torên ewlehiyê yên ku hin cihên pîstê hebû hat çareserkirin û got ku "Me ev kêmasî çareser kir û pîstên xwe amade kirin. Me ewlehî di asta her jor da girt û hemû amadehî temam kirin. Em li bendê ne ku bi barîna berfê ra ziyaretvanên xwe biezimînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE