Navenda Kaşûnê ya Palandokenê dawiya hefteyê tije bû

Li navenda ku qalindahiya berfê lê 53 santêm e, mazûvaniya gelek ziyaretvanên xwecî û biyanî dike

Navenda Kaşûnê ya Palandokenê dawiya hefteyê tije bû

Welatiyan dawiya hefteyê berê xwe da Navenda Kaşûnê ya Palandokenê û qerebalixî lê çêbû.

Li navendê qalindahiya berfê 53 santêm e û gelek ziyaretvanên xwecî û biyanî li navendê ne.

Welatiyan ji bo betlaneya dawiya hefteyê berê xwe da navendê, li navêndê bi xizek û snowboardê va xwe şiqitandin.

Li navendê dîmenên rengîn derketin meydanê.

Alî Yilmazê ku ji bo betlaneyê hat navendê, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew 20 kes ji Rîzeyê hatin Erzurumê û wiha dewam kir: "Palandoken pir xweş e, hewa xweş e. Tesîsên xweş hene. Em ji bo dawiya hefteya xwe xweş derbas bikin, hatin vir."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE