Li Navenda Kaşûnê ya Palandokena ser Erziromê ji ber berfa di biharê da barî heyama xweşiqitandinê jî dirêj bû.
Seranserê hefteyê li bajêr berf bi tesîr bû û kesên ji kaşûnê hez dikiirin jî ev yeka wek fersend dîtin û berê xwe dan navenda kaşûnê ya stûriya berfê lê 185 santîmetre ye.
Kesên hatibûn digel rojên biharê li ser berfê bi malbatên xwe ra bi berfê leyîstin, xwe şiqitandin û ji kaşûn û snowboardê jî neman.
Ji bajarên der û dorê gelek kes tên navenda kaşûnê û dawiya heftê li vê derê derbas dikin.
Turgut Sancakê hatibû navenda kaşûnê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji Aydinê hatiye niha bajarê wan hêdî hêdî germ dibe lê ev der di bin berfê da ye.
Dîlara Kubra Kayayê jî got ku cara ewil e ew hatiye kaşûnê û Burak Arslanê ji Amasyayê hatibû jî destnîşan kir dirêjbûna heyamê bi kêrî hezkiriyên kaşûnê hat.AA