Qehwefiroşên navdar ên li Midyada Mardînê, di heyama turîzmê de rojê kêm û zêde 200 kîlo qehwe difroşin. Turîstên ku tên herêmê dest vala naçin; yan ji bo xwe yan jî ji bo diyariyê teqez qehweyê dikirin.
Mardîna rengîn ligel xweşikiyên xwe bi qehweya xwe jî navdar e.
Li Midyadê, di heyama turîzmê de karê qehwefiroşan gelek zêde dibe.
Li navçeyê çanda qehweyê ewqas pêş ketiye ku cureyekî taybet ê Midyadê jî hatiye çêkirin.
Midyadiyên li xeribiyê, beriya ku vegerin teqez dadikevin sûkê û qehweyê distînin.
Bi havînê re nûfusa navçeyê zêde bû.
Qehwefiroşên navdar carinan rojê 300 kîlo qehwe jî difroşin.