Naxwazin meslekê wan were jibîrkirin

Jin û mêr ji bo qezazî winda nebe li ber xwe didin û hîn dikin

Naxwazin meslekê wan were jibîrkirin

Welatiyê bi navê Mehmet Emin Güngör û jina wî aynizeliha güngör li rihayê bi salan e qezaziyê dikin. Ji îşê xwe pir hez dikin û ji bo neyê jibîrkirin dixebitin û hîn dikin.

Li Herêmê gelek pîşeyên berê an hatine jibîrkirin an jî li ber jibîrkirinê ne.

Yek ji wan pîşeyan jî Qezazî ye.

Mehmet Emin Güngör û xanima wî Aynizeliha Güngör ji bo ev meslek wenda nebe li ber xwe didin.

Bi piştgiriya Walîtiya Rihayê ji xwe re di Kuliyeya Rizvaniyeyê de atolyeyekê vekirine.

Di atolyeyê de poşî, egal û tiştên xemilandinê yên gelek xweşik çêdikin.

Hoste Mehmet Emin dibêje “ji bo ev meslek winda nebe, bi salan e ku em dixebitin û hîn dikin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE