Încî kefal vedigerin nav Gola Wanê

Bi hezaran încî kefalên ku di dema xerzdanînê da koçî avên şirîn dikin, dîsa vedigerin nav Gola Wanê

Încî kefal vedigerin nav Gola Wanê

Bi hezaran încî kefalên ku di dema xerzdanînê da koçî avên şirîn dikin, dîsa vedigerin nav Gola Wanê.

Încî kefalên ku di Gola Wanê da dijîn, ji bo ku li hev zêde bibin di 15ê nîsanê da berê xwe didin avên şirîn ku xerzê xwe lê daynin.

Masî nêzî 3 mehan e berevajiyê avê xwe çeng dikin û ser kevir û kuçikên nav cew û çeman ra avêtin û xerzê xwe danîn.

Bi saya tevdîra ku hêzên ewlehiyê hildan, încî kefal di dema xwerzdanînê da baş hatin parastin.

Ji bo dema xwerzdanîna masiyan qedexeya girtina wan di 15ê nîsanê da dest pê kir û wê di 15ê tîrmehê da kuta bibe. Masîgirên Wanî jî wê piştî 15ê tîrmehê êdî dest bi girtina masiyan bikin.

Mustafa Akkuşê Doxtorê Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Berên Avê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 14 hezar merivên herêmê bi încî kefalên Behra Wanê debara xwe dikin.

Akkuş wiha axivî: "Masiyan piştî ku xerzê xwe danîn, niha vegera wan dest pê kir. Masiyek nîvendî 10 hezar, herî zêde 16 hezar xerz datîne. Vê gavê binê avên şirîn tijî xerzên masiyan e. Divê em di vê demê da dest nedin avên çem û cewan da ku zirarê nedin xerzan."

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 12:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE