Cureyekî bi navê safîr ê nebata aspûrê par li Şanlıurfayê wek berhemê alternatîf hatibû tescîlkirin. Ji vê berhemê randimaneke baş hat bidestxistin.
Aspûr, zetik an jî bizirşevk nebateke dewlemend e ku jê tevî rûn geleke tiştên kîmyewî çêdibin. Jê re zefranê derewîn jî tê gotin.
Ji aspûrê rûnê malê jî û heta sotemenî jî tê çêkirin. Niha cureyekî wê wek alternatîf li Şanlıurfayê hat gihandin.
Cara ewil jê randimaneke baş hat bidestxistin.
Cureyê bi navê safîr niha tê rakirin. Ji bo gihandina vê nebatê dewlet jî piştgiriyê dide.
Her wiha ji zertikan êmê heywanan jî tê çêkirin.