Di 70 saliya xwe de jî hêj necariyê dike. Mehmet Nuri Ertenê ku li Muşê dijî 50 sal in debara xwe bi karê necariyê dike. Hostayê kêrhatî dibêje: “Heta ez li heyatê bim ez ê vî karê xwe bimeşînim.”
50 sal in îdare û debara xwe bi karê necariyê dike.
Mehmet Nuri Ertenê 70 salî ku li Muşê dijî, di extiyariya xwe de jî hêj dev ji karê necariyê bernade.
Ertenê ku ewilî li gundê xwe dest bi vî karî kiribû, niha di atolyeya xwe de ji dar û beran eşyayan çêkdike.
Hostayê jêhatî dibêje:”Eşyayên ku ez çêdikim li bajarên derdorê jî tên firotin.”