Newala Hebeşê ya xwezayî

Ji bo ku zêdetir turîst werin divê danasîna newalê were kirin.

Newala Hebeşê ya xwezayî

Newala Hebeşê li Entabê lı cem Çemê Feratê ye. Dirêjiya newalê 8 hezar û 650 metre ye. Newala Hebeşê ji bo sporên çiyageriyê cihekî gelek baş e. Welatiyên herêmê dibêjin ji bo ku zêdetir turîst werin divê danasîna newalê were kirin.

Li herêmê gelek cih û warên xwezayî hene ku hêj nehatine kişfkirin. Newala Hebeşê jî ji van cihan yek e û li Entabê ye.

Newal li cem Çemê Feratê ye û dirêjiya wê 8 hezar û 650 metre ye.

Bi xweşikiya xwe ya xwezayî cihekî bêhempa ye.

Sporvanên çiyageriyê dikarin werin newalê û sporê bikin.

”Xelkê herêmê ji bo newalê dibêjin Çemê Habeşê. Ev der ji bo spora çiyageriyê cihekî xweş e. Lê zêdetir naye zanîn. Divê danasîna newalê were kirin.”

Xelkê herêmê dibêje ev der cihekî xwezayî û dîrokî ye.

Welatî dibêjin ger rê were çêkirin û danasîna newalê were kirin wê zêdetir turîst werin herêmê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE