Nexweşiyên ji ber qijnîkan zêde dibin

Bi germbûna hewayê re nexweşiyên ji ber pêvedana qirniyan zêde bû.

Nexweşiyên ji ber qijnîkan zêde dibin

Bi germbûna hewayê re nexweşiyên ji ber qijnîkan jî zêde bûn. Li Elazigê jinikek ji ber pêvedana qirniyan nexweş ket. Pispor û bijîşk dibêjin dema geşt û gerê, xebata li baxçe û zeviyan divê mirov li xwe miqate be.

Dinya germ bû…Kesên ku ji germê aciz dibin berê xwe didin gund û gundewariyan.

Ji ber vê jî nexweşiyên ji ber qijnîkan zêde bûn.

Li Elazigê îsal heya niha 13 kes ji ber gezkirina qirniyan nexweş ketin.

Herî dawî li Dersîmê qirniyek kete çavê jinikekê, jinika ku ji ser xwe çû rakirin nexweşxaneya Fakulteya Elazigê.

Dixtor û pispor ji kesên ku li gundan dimînin re dibêjin, li dijî qijnîkan miqate bin.

Prof. Dr. Ayhan Akbulut: Bi taybeyî di rojên germ de kesên diçin ger û geştê, yên li bax û baçeyan, li zeviyan dixebitin divê haya xwe ji xwe bikin. Ger pêkan be, dibê devdeikên şalên xwe bixin nav gorên xwe û bi lepikan bixebitin. Em dixwazin ku berstûk û ber destê xwe jî bigirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE