Nexweşxaneya ajalan a li Bîngolê dê ji bo heywandar û ajalan bibe derman

Nexweşxaneya ajalan a li Bîngolê dê ji bo heywandar û ajalan bibe derman

Li nexweşxaneya ajalan a ku di bin banê Zanîngeha Bîngolê da hat vekirin, bi derfetên pêşketî xizmeta tenduristiyê didin heywanan.

Li Nexweşxaneya Ajalan a Zanîngeha Bîngolê ya ku li ser rêya Sancakê li ser 5 hezar û 500 metrekare erdî hat çêkirin, digel xizmeta servîsa bilez, pez û dewar û her wiha heywanên kedîkirî tên mianekirin û tedawîkirin.

Li navenda ku 4 branşên wê yên wekî nexweşiyên dil û hinavê, zayîn, cerahî û cotkirin hene, di laboratuvarên pêşketî da analîzên biyokîmyayî, hematolojîk, patolojîk jî tên kirin.

Midaxeleya ewil a ajalan tê kirin, dû ra tehlîl tên wergirtin, bi doppler, ultrason, endoskopî, rontgen û her wiha bi alîkariya cihazên li unîteya nexweşiya giran va rewşa nexweşiyê tê tesbîtkirin.

Li bajarê ku bi qasî 144 hezar serî dewar û 725 hezar jî pez heye, bi saya nexweşxaneya ajalan êdî rê dê li ber wê yekê were girtin ku pez û dewarên heywandaran ji ber nexweşî û birîndarbûnê telef nebin.

Rektorê Zanîngeha Bîgolê Prof. Dr. Îbrahîm Çapak ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku nexweşxaneya ajalan ne bi tenê ji bajêr ra her wisa dê ji hemû herêmê ra xizmetê bike û wiha got, "Li nexweşxaneya me ne bi tenê heywanên kedîkirî her wisa heywanên çolê jî dê bên tedawîkirin. Fakulteya me ya veterîner vê pêvajoyê pir baş bi rê va dibe. Em wekî ekîb û bajar hewl didin ku nexweşxaneya ajalan bi awayê herî bi teşekul va xizmeta herêmê bike."

Serhekimê Nexweşxaneya Ajalan a Bîngolê Endamê Hîndekariyê Dr. Hakan Keçecî jî ragihand ku li nexweşxaneyê salonên dersê yên modern, salona patolojiyê û laboratuvar hene.

Keçecî bal kişand ku bajarê Bîngolê debara xwe bi heywandariyê dike û wiha dewam kir, "Lewma jî li zanîngeha me nexweşxaneya ajalan hat vekirin da ku kêrî welatiyên me were. Li nexweşxaneya me 4 branş hene û ew jî nexweşiyên dil û hinavê, zayîn, cerahî û cotkirin in. Em bi 15 personelan va xizmetê didin ku di hemû branşan da profesor û endamê hîndekariyê yê dr. hene."

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Burhan Bahadir jî ragihand ku li gorî daneyên sala 2020î li bajêr bi qasî 144 hezar serî dewar û 725 hezar jî pez heye.

Bahadir bal kişand ku vebûna nexweşxaneya ajalan hem ji bo Bîngolê û hem jî ji bo herêmê şansekî mezin e û dê zehf kêrî welatiyan were."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE