Çend sal berê li Serêkaniya Rihayê di navbera du malbatan de neyartî çêbû. Bi wesîleya xêrxwazan her du malbat li hev hatin. 2 hezar welatî tevlî xwarina aştiyê bûn.
Qurana pîroz ji xwe re kirin şahîd û li hev hatin.
Li Serêkaniyê çend sal berê di navbera 2 malbatan de lihevnekirinek çêbû û di şer de kesek çû ber rehma Xwedê.
Piştî bûyerê her du malbat ji hev xeyîdin û bûn neyarê hev.
Alim, xêrxwaz û rayedarên bajêr ji bo lihevkirinê ketin navberê…
Malbatan ji bo aşitiyê li hev kirin û merasîmek li dar xistin.
Bi hezaran welatî beşdarî merasîmê bûn, xwarina aştiyê danîn û li hev hatin.
Bi hewl û xîreta xêrxwazan, li Serêkaniyê di navebera herdu eşîran de, neyartî qediya, sulh û aşitî çêbû.