Li Wanê noqavan di çarçoveya çalakiyên "5ê Hezîranê Roja Hawirdorê ya Dinyayê" da di zemîna Gola Wanê da paqijî kirin.
Noqavên Lêgerîn û Xilaskirinê ya Binê Avê ya Şaredariya Bajarê Mezin, Fermandariya Ewlekariya Qeraxan û Dibistana Noqaviyê ya Wanê li Girava Axtamarê hatin cem hev û xwe berdan Gola Wanê.
Noqavan di zemîna golê da paqijî kirin û gemarên wekî lastîka wesayîtan, ambalaj, pet, şûşeya cam û poşet derxistin.
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Wanê Mehmet Fatih Çelikel di daxuyaniya xwe da diyar kir ku divê herkes ji bo hawirdorê pir baldar be.
Çelikel diyar kir ku wan ji bo hişyariya gel, çalakî li dar xist.
AA