Nêzî 60 salan e di şikeftê da kindir hildiberîne

Ali Macikê 68 salî yê ku ji nûnerên dawîn ên kindirvaniyê ye ku li Gazîentabê ji hunerên destan ên kevneşopî ye, qedera 60 salan e di şikeftê da pîşeya xwe didomîne.

Nêzî 60 salan e di şikeftê da kindir hildiberîne

Mehmet Ali Macikê 68 salî yê ku ji nûnerên dawîn ên kindirvaniyê ye ku li Gazîentabê ji hunerên destan ên kevneşopî ye, qedera 60 salan e di şikeftê da pîşeya xwe didomîne.

Digel pêşketina teknîk û teknolojiyê, li Entabê hoste di şikeftên tarî û kamkêşkî da li ser dezgehên destan kindir hildiberînin. Hoste ji alavên bikarhatî yên fabrîqeyan fîleya potayê, tora masîgiran, şirîta kincan û bendê soldirûyan çêdikin.

Wekî kindirvanekî ku hejmara wan roj bi roj kêm dibe, Mehmet Ali Macik debara xwe bi kindirê ku di şikeftê da tê hilberîn dike.

Mîna roja ewil ji karê xwe hez dike û karê xwe dike

Mehmet Ali Macik got, kindirvaniya ku wî di piçûktiya xwe da dest pê kir, pîşeya bav û kalan e û qedera 60 salan e vî pîşeyî dike.

Macik got ku ew digel bavê xwe diçû şikeftê û wî xwe fêrî kindirvaniyê kir.

Macik bal kişand ku ew mîna roja ewil ji karê xwe hez dike û karê xwe dike û wiha dewam kir:

"Di vê şikefta ku ez nika tê da kar dikim, berê 27 dezgeh hebûn. Hemû dixebitîn, piçûk mezin belkî 100 kes hebûn. Pey ra herkesî dest jê kişand, niha 5-6 dezgeh mane. Lê em dîsa jî didomînin. Berê li ber her dezgehekî 5 zarok hebûn, lê niha hema 5-6 dezgeh tenê mane. Zarok heger zehf bûne, hilberîn jî dê zêde bûya, zarok ji ber ku kêm in, hilberîn jî kêm e."

Macik diyar kir, ew kindirên ku di şikefta li semtê Şehrekustuyê ya navçeya Şahînbeyê da hildiberîne, difiroşe û pê debara xwe dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE