Odeyeke mala xwe kir dirûnxane

Ji ber ku nikare dikanekê bigire di mala xwe de karê dirûnê dike

Odeyeke mala xwe kir dirûnxane

Li Dêrxasa navçeya Mûşê Ruhiyet Dala 27 salî beşdarî kursa dİrûnê ya ADEM’ê bû. Ew bû hoste lê ji ber tengasiya aborîyê nikare ji xwe re cihekî kirê bike. Wê jî di mala xwe de odeyek kir dirûnxane û niha tê de karê xwe dike.

Beşdarî kursa Navenda Piştgiriya Malbatî ADEMê ya li Dêrxasa Mûşê bû.

Bi xêra kursê elimî kar, lê ji ber tengasiya aboriyê nikare ji xwe re cihekî kirê bike. Wê jî rabû odeyeke mala xwe kir dirûnxane û niha tê de dixebite.

Ruhiyet Dala jêhatî hêj 27 salî ye. Mala wê li Dêrxasa Mûşê ye.

Piştî ku odeya mala xwe kir dirûnxane, wê û hevalê xwe 3 makîne kirîn û wan dest bi karê dirûnê kir.

Ruhiyet dixwaze ji xwe re dirûnxaneyekê veke û wisa bixebite.

Ew ji niha ve gelek cure cilên jinan ên gelek xweşik çêdikin û difiroşin. Her wiha şêniyê taxê jî ji wan û karê wan gelekî qayîl in.

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 11:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE