Li seranserê dinyayê otela yekane ya kevokan li Amedê xizmetê dide. Di vê otelê de deh hezar kevok hene û ji dermankirina wan bigire heta bi xwedîkirin û firotina wan hemû xizmet tên dayîn.
Otelekê bifikirin ku tenê li Diyarbekirê heye û ew jî ji bo kevokan e.
Her yek ji yeka din cudatir û xweşiktir e û hezkiriyên wan jî ti mesrefê ji wan kêm nake.
Ev fikra avakirina otela kevokan ji hewcedarî, hewes û meraqa kevokhezan derketiye holê.
Ûsivî, postacî, teqleavêj û hemû cinsên kevokên Diyarbekirê di vê otelê de tên ezimandin.
Ji xwedîkirin û dermankirinê bigirin heta bi firotinê hemû xizmet li vê otela kevokan tê dayîn.
Mişteriyê vê otelê yên kevokhez jî ji her alî û pîşeyî ne.
Kirê li gorî mezinbûna ode û daîreya otelê tê guhertin.
Li otelê festîval jî tên lidarxistin û herwiha fiyetên kevokan jî li gorî hin qistasan diguherin.
Di sar û seqemê de jî kevok bi sobeya kareba û ya êzingan tên germkirin.