Li Ovacixa navçeya Tunceliyê ku bi xweşikahiya xwe ya siruştî û dîrokî dertê pêş, siruşt bi rengên payîzê xemilî.
Li Ovacixa ku di nav çiyayên asê da ava bûye û 1500 raqim bilind e, bi hatina payîzê ra tonên rengên zer, sor, tûtik û kesk xwe dan der.
Li çiyayên wê yên biling berf bariye, li deştê jî rengên payîzê siruşt xemilandiye. Daristanên Parka Neteweyî ya Geliyê Munzûrê, Geliyê Mercanê û herêma Karaoglanê hezjêkerên siruştê hejmetkar dihêle.
Welatiyên navçeyê jî ji aliyekê va tevdîra zivistanê dibînin.
Gundiyên gundên Konaklar, Burnak, Kozluca, Yukarı Oveçler, Işikvuran, Yoncali, Saritosun û Yaylagunuyê ji bo zivistanê êzingan berhev dikin.
AA