li Sivereka Şanlıurfayê xwendekarên lîseya pîşe û teknîkê ya ahmet koyuncu, ji paletên xurdê yên li dibistanê amûrên mobîlyayê çêdikin. xwendekar bi vî awayî him hînî kar dibin him jî nahêlin xweza bi paletên xurde pîs bibe.
Pêşî paletên bermayî û xurde ji hev derdixin,
paşê bi makîneyê dibirin,
herî dawî ji wan mobîlyayên xweşik çêdikin.
Ev der Lîseya Pîşe û Teknîkê ya Ahmet Koyuncu ya li Sivereka Şanlıurfayê ye.
Xwendekar paletan bi xwe berhev dikin, paşê ji wan, ji kursî û maseyên zarokan heta pêlîstokan gelek tişt çêdikin.
Mamosteyên lîseyê li aliyekî zarokan perwerde dikin, li aliyê din ji bo parastina xwezayê rê nîşanî wan didin.
Xwendekarên ciwan bi xebata xwe him hînî pîşeyê dibin him jî tevkariyê didin debara malbata xwe.