Li Vanê ekîbên şaredariya îpekyoluyê kanala dîrokî ya Şamranê paqij kirin. Paqijî li qismên nav bajêr ên kanalê hat kirin. Kanala şamranê bi destê qralê Ûrartûyan, 2 hezar û 800 sal berê hatiye çêkirin.
Li Îpekyoluya Vanê kanaleke dîrokî ya bi navê Şamranê heye.
Ev kanal bi destê Qralê Ûrartûyan Menûa, ji bo ku avê bîne bajêr hatiye çêkirin.
Wekî 2 hezar û 800 sal jî kevn e.
Ekîbên Şaredariya Îpekyoluyê, 7 kîlometreyê qismê nav bajêr ê kanalê paqij kirin.
Xebatên paqijiyê hûr û kûr, bi hessasî hatin kirin.
Gelê navçeyê jî bi vê xizmetê razî ye.
Digel ku kanal kevn e, hêj kêrhatî ye.