Xwendekarên Tetwanî, ji bo paqijiya der û dora golên kraterê derketin ser Çiyayê Nemrûdê. Xwendekarên ku li ser çiyê civiyan, bi rêbertiya mamosteya xwe, dest bi paqijiya hawirdorê kirin.
Li ser Çiyayê Nemrûdê paqijî kirin.
Xwendekarên Tetwanî, bi piştgiriya Qeymeqamtî û Midûriyeta Perwerdeyê li ser Çiyayê Nemrûdê kampanyaya pakijiyê meşandin.
Di kampanyayê de, çop û gemarên li derdora Golên Kraterê hatin paqijkirin.
Xwendekar dibêjin: “Yên ku ji bo geşt û gerê tên vir, divê ew jî van deran paqij bigirin.”