Parastina heywanên kovî

Bizineke kovî ya birîndar hat dermankirin û tê xwedîkirin.

Parastina heywanên kovî

Li Hakkariyê li ciyekî çiyayî bizineke kovî hat dîtin ku birîndar bû. Bizina kovî li Vanê, li "Navenda Parastin û Rehabîlîtasyona Heywanên Kovî" hat dermankirin. Bizin li vir ligel heywanên din dijî.

Li Zanîngeha Yüzüncü Yılê ya Vanê, li Navenda Parastin û Rehabîlîtasyona Heywanên Kovî hin cureyên heywanan tên xwedîkirin.

Herî dawî bizineke kovî ya birîndar li dereke çiyayî ya Hekariyê hat dîtin û anîn vê navendê.

Bizina kovî hat dermankirin, baş bû û ligel heywanên din dijî. Li vir bizin û karikek, qertelek jî tên xwedîkirin.

"Di nav du hefteyan de hînê hev bûn, niha bi hev re dijîn. Ev navenda me ji bo heywanên kovî wek kreşekê dixebite. Me li vir nêzî 100 heywanên birîndar tedawî kirin."

Navenda parastina heywanan bi heywanên kovî yên li Bitlis, Hakkari, Siirt û Vanê re eleqedar dibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE