Park çêdikirin, berhemên dîrokî dîtin

Şaredariyê ji bo zirar negihêje berheman, xebatên xwe giran kirin

Park çêdikirin, berhemên dîrokî dîtin

Li Meletiya kevn park dihat çêkirin lê ji binê erdê berhemên dîrokî derketin. Ji bo ku zirar negihîje entîkeyan, şixul bi kitekit dewam dike.

Şaredariya Bajarê Mezin a Meletîyê ev demek e li Meletiya kevn, li taxa Çöşnükê parkê çêdike.

Personelên şardariyê gava erd dikolan, berhemên dîrokî dîtin. Loma jî wesayîdên kar hatin sekinandin, karker êdî bi tevr û bêran axê dikolin.

Belediyê xebatên xwe giran kirin û ji bo ku zirar negihîje entîkeyan, tevdîrên hewce girtin.

Personelên şaredariyê ji bo derxistina berhemên dîrokî bi destan axê dikolin.

Dîroka nûkirinê: 06 îlon 2018, 14:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE